DEM Partî ji bo Newrozê daxwaza betlaneya fermî kir

DEM partî pêşnûmeyek ku tê de pêşniyar dike ku 21'ê Adarê Roja Newrozê, wekî betlaneya fermî were ragihandin, pêşkêşî Parlamentoyê Tirkiyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirên Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Tirkiyê kirin û pêşniyar kirin ku 21'ê Adarê, roja ku Newroz tê pîrozkirin, wekî betlaneya fermî were ragihandin.

 

Pêşniyarê ku li ser dîroka Cejna Newrozê disekinî, diyar dikir ku gelên li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, bi taybetî Kurd, roja Newrozê wekî cejnekê pîroz dikin.

 

DEM Partî di pêşniyara xwe de dibêje ku Newroz ji bo Kurdan sembola azadî, berxwedan û ji nû ve zayînê ye û wiha lê zêde dike:

 

"Li gorî efsaneya Kawayê Hesinkar, serkeftina berxwedanê li dijî zilma Dehaqê zalim bi pêxistina agirên mezin dihat pîrozkirin û ev agir bûn mizgîniya azadiyê.

 

Ji ber vê yekê, Newroz ji bo gelê Kurd wekî sembola berxwedana li dijî zilmê û lêgerîna azadiyê xwedî girîngiyeke mezin e.

 

Îro, Newroz, ku ji hêla bi mîlyonan welatiyên li Tirkiyê, di serî de gelê Kurd ve tê pîrozkirin, li gelek bajaran bi beşdariya bi sed hezaran kesan pîrozbahiyên girseyî pêk tên.

 

Ev pîrozbahî, ku agir tê de tên pêxistin, cilên gelêrî têne lixwekirin û mirov tên cem hev, girîngiya çandî û civakî ya Newrozê ji bo beşên fireh ên civakê bi awayekî zelal nîşan didin."

 

Di pêşniyarê de her wiha hate bibîrxistin ku Newroz bi salan qedexe bû û kesên ku beşdarî Newrozê bûne hatine qetilkirin.

 

DEM Partî bi bîr xist ku Newroz, di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Mirovahiyê ya Ne şênber a UNESCO'yê de cîh girtiye û Newroz di sala 2010'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve wekî "Roja Newozê ya Cîhanê" hatiye ragihandin.

 

Di pêşniyarê de hate gotin ku îlankirina Newrozê wekî cejneke giştî dê di heman demê de ji bo aştiya civakî jî bibe alîkar .

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye