Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Newroza îsal bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” herî kêm li 53 navendan tê pîrozkirin.
Tê payîn ku ji bo Newroza îsal ji Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek têkildarî Newrozê bê.
Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê û endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Mahfuz Guleryuz tekildarî Newroza îsal û amadekariyên hatine kirin axivî.
'Newroza îsal wê bibe Newroza azadiyê'
Mahfuz Guleryuz li ser Newroza îsal wiha got:
“Newroz ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi xwe xwedî wateyeke dîrokî ye .
Lê îsal ji ber ku derfeta aştiyeke mayinde derketiye holê kelecana Newroza îsal hêj zêde ye û çavê raya giştî li qadên Newrozê ye.
Gelê Kurd dê çawa pîroz bike û çi peyamê bide, ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin.
Ji bo wê jî Newroza îsal pir girîng e. Me jî navê Newroza îsal kir Newroza azadiyê.
Wateya azadiyê ji bo me; azadiya gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd e.
Îhtîmala vê yekê jî heye û gelê Kurd jî ji bo vê yekê dixebitê. Hêviyeke mezin jî heye."
'Em dibêjin ew peyam dê were'
Li ser îhtîmala ku îsal di Newrozê'de peyama Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan bê xwendin jî Mahfuz Guleryuz ev tişt gotin:
“Hêviya gel û hêviya siyaseta demokratîk ji bo peyama birêz Abdullah Ocalan a nû heye.
Em hemû jî li benda vê peyamê ne.
Em dibêjin ew peyam dê were. Daxwaz û hêviya me jî ew e. Ew daxwaz û hêviya raya giştî ye.
Em jî hêvî dikin peyama birêz Ocalan bigiheje qada Newrozê. Hewcedarî heye ku ew peyam bi dîmen be.
Peyama bi dimen a birêz Ocalan dema borî şand bandor û kelecaneke mezin di civakê de çêkir.
Heke gaveke bi vî rengî careke din were avêtin ji bo vê pêvajoyê jî dê bibe bingeheke nû."