Nivîskar Rezîta Recaî ku li bajarê Reşt ê Îranê jiyan dike di 19’ê Tîrmehê de ji aliyê 4’yemîn Şaxa Dozgeriya Reşt ve hate gazî kirin, li vir hat binçavkirin û sewqî girtîgeha Lakan a li Reştê hate kirin.
Dozger Alî Riza Bahşîpur ku lêpirsînê dimeşînê, piştî sûcdariyan biryara kefaleta 500 milyon tumen da.
Lê belê tevî ku malbata wê di heman rojê de pereyê kefaletê razand jî, dadgehê ev qebûl nekir.
Dozgeriyê piştî du rojan ji malbatê re eşkere kir, heta dema dadgehkirina wê diyar nebe kefalet wê neyê qebûl kirin.
Di nava sûcdariyên ku Rezîta Recaî pê tê sûcdarkirin de, ‘Propagandeya li dijî rejîmê’, ‘Belavkirina nûçeyên derew’, ‘Di qadên civakî de gera bê hîzar’ cih digrin.