Mucteba Xamineyî bi boneya hefteya hikûmetê peyamek belav kir

Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî duh êvarê bi boneya hefteya hikûmetê peyamek nivîskî belav kir. Xamineyî di peyama xwe de banga dûrketina ji daxuyaniyên bêhêvî kir. Di berteka li ser vê peyamê de jî, serokê Îranê û hindek rayedar û berpisên hikûmetê nerînên xwe der barê vê peyamê de, parve kirin.

reset font size increase font size

Roja înê 28ê tebaxê bi boneya Hefteya Hikûmetê, bi peyamekê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî, pesnê performansa Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û hikûmeta 14emîn a Îranê da.

Mucteba Xamineyî di peyama xwe de, banga dûrketina ji daxuyaniyên bêhêvî kir û hişyarî da ku bi awayekî rastgoyî eşkerekirina qelsiyan di rewşa heyî de dikare alîkariya moralê dijmin bike.

Mucteba Xamineyî amaje bi zêdebûna fişaran, cezayan û tiştê ku ew wê wekî komployên dijminê Amerîkî-Siyonîst bi nav dike kir.

Xamineyî Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan wekî rastgo û dilsoz bi nav kir û tevî sînordarkirinan pesnê kiryarên hikûmetê di rêvebirina xizmetguzariyan, dabînkirina kelûpelan û rêvebirina enerjiyê de da.

Xamineyî hişyarî da rayedar û medyaya Îranê li dijî afirandina dualîzmên xeyalî û siyaseta hikûmetê ya li hemberî rexne û analîzkirina rewşa heyî û wiha destnîşan kir:

"Ez bi awayekî vekirî radigihînim, kirina her tiştê ku zirarê dide hevgirtina civakî qedexe ye.

Carinan bi awayekî rastgoyî eşkerekirina qelsiyên xwe dema ku dijmin hewceyê moral e, ji bo wî alîkariyeke mezin e."

Pezeşkiyan: Em ê desthilatdarî û rûmeta welêt biparêzin

Piştî nameya Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî, Serokê Îranê, rayedar û berpirsên hikûmeta Îranê nerînên xwe der barê nameyê de bi par ve kirin.

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan der barê nameyê de li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsand:

"Peyama bi evîn û hizirî ya Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ji bo hikûmeta 14an û min, dirêjkirina piştgiriya avaker û bêhempa ya rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî ye.

Em ji miletê mezin ê Îranê û serokatiya hêja re piştrast dikin ku em ê di rêya pêşketinê de bi hêzên din re di yekîtî û hevahengiyeke bêkêmasî de bin, da ku desthilatdarî û rûmeta welêt biparêzin."

Rizayî: Banga rêberê bilind ji bo her kesî stratejiyeke zelal e

Her wiha Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rizayî jî der barê peyama Mucteba Xamineyî de li ser platforma Xê wiha nivîsand:

"Tekeziya eşkere ya Rêberê Bilind li ser dûrketina ji daxuyaniyên bêhêvî, dualîzmên xeyalî û her tiştê ku zirarê dide hevgirtina civakî qedexe ye, ji bo her kesî stratejiyeke zelal e.

Îro yekîtîya neteweyî û hevgirtina civakî yek ji pêkhateyên herî bingehîn ên hêz û ewlehiya neteweyî ye."

Qalîbaf: Peyama Xamineyî armanca me û ya hemû berpirsên Îranê ye

Di heman demê de, Serokê Parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî li ser Xê peyamek der barê nameya Mucteba Xamineyî de belav kir.

Mihemed Baqir Qalîbaf di peyama xwe de wiha nivîsand:

"Peyama Rêberê Bilind ê Şoreşê armanca me û ya hemû berpirsên welêt e.

Divê em ji dualîzmên xeyalî bi her awayî dûr bisekinin û her kiryarek ku zirarê dide hevgirtina civakî ji bo me hemûyan qedexekiriyeke neteweyî û olî ye.

Em soz didin gel û rêberiyê ku em ê jiyana xwe ji bo xizmetkirina gel û pêşveçûna Îranê terxan bikin."

Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî her çax û demekê peyaman belav dike, lê tenê bi awayekî nivîskî.

Her wiha heta niha ti hebûneke wî ya rasterats û eşkere li pêşiya ekranan nehatiye weşandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye