Civata wezîran a başûrê Kurdistanê bi rojeva Budceyê civiya

Ji bo diyarkirina mafên darayî yên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di budceya 2027'an ya Îraqê de, Civata Wezîran a Başûrê Kurdistanê civiya. Civîn bi amadebûna Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî hat lidarxistin. Mesrûr Barzanî bang li rayedarên Îraqê kir ku mafê darayî yên pêşmerger divê weke yên hêzên Îraqê be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêşniyarek derxistiye ku mafên darayî yên Pêşmergeyan di budceya hikûmeta federal a 2027'an de cih bigirin.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêk hat.

Têkildarî naveroka civînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Hikûmetê diyar kir ku di civînê de Mesrûr Barzanî ferman daye Wezareta Darayî û Aboriyê û şandeya danûstandinê ya asta bilind ku ji bo misogerkirina xerciyên hêzên Pêşmergeyan di çarçoveya budceya federal de bixebitin.

Mesrûr Barzanî di civînê de destnîşan kiriye ev ferman li gorî nameyeke fermî ya Serokatiya Civata Wezîran a hejmar (12,649) a 6'ê Cotmeha 2026'an pêk hat.

Mesrûr Barzanî: Divê mafên darayî yên Pêşmergeyan wekî yên hêzên Îraqê bin

Wî tekez kiriye ku Başûrê Kurdistanê bi rêya para xwe ya ji budceya federal beşdarî dabînkirina xerciyên sivîl dibe, ku tê de xerciyên Pêşmergeyan jî hene.

Li gorî nameya fermî ya budceya federal a 2027an divê kar were kirin ku mûçe û hemû mafên darayî yên Pêşmergeyan werin dayîn.

Di nav de proje, perwerde û çekdarkirin li ser bingeheke wekhev, wekî hevpîşeyên xwe yên di hikûmeta federal a Îraqê de, werin dabînkirin.

Di daxuyaniha Herêma Kurdistanê de her wiha hat gotin ku hikûmeta Başûr ji bo piştgiriya vê daxwazê di amadekirin û pesendkirina budceya 2027'an de ye.

Hikûmetê tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirikê wan hevahengiyê bi tevahî aliyên Kurdî yên li Bexdayê re kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye