Di êrîşa HTŞê de 11 sivîl birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku komên çekdar ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, li ser navê Hikûmeta Veguhez a Şamê bi çekên giran êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê dike û got: “Di encama van êrîşan de 11 sivîl birîndar bûne. Ev êrîş peymana 10ê adarê binpê dike û li dijî van êrîşan em bang aliyên navbeynkar dikin ku bi erka xwe rabin. Li dijî her cûre êrîşan em ê gelên xwe biparêzin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê êrîşên ku di rojên dawî de li herêmên Dêrazor, Der Hafir, Til Temir, Bendava Tişrînê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk hatin, daxuyanî da.

QSD’ê bi bîrxist ku êrîş peymana ku di 1’ê Nîsana de di navbera rêveberiya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û reveberiya Şamê de hatibû îmzekirin binpê dike û got:

“Komên çekdar bi çekên giran û bi bejahî ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Hewildan çemê Firatê derbas bikin da ku êrîşî nuqteyên hêzên me yên li Dêrazorê bikin.

Di encama êrîşan de zêdetirî 11 sivîl birîndar bûn, 

Êrîşên heyî peymana 10’ê Adarê binpê dikin, em ê tedbîran pewîst bigrin.”

 

QSD: Divê aliyên têkildar li dijî van êrîşan xwedî helwest bin

 

QSD' ê daxuyakirin ku ev erîş bêbaweriyê dide avakirin û lihevkirinê ber bi têkçûnê ve dibe û wiha berdewamî da daxuyaniya xwe:

“Hikûmeta Şamê ji vê yekê berpirsyar e û divê hemû êriş werin rawestandin.

Berdewamiya van êrişan gefê li baweriya hevbeş dixe û hev kirinan dixe metirsiyê.”

Her wiha QSD bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember van binpêkirinan xwedî helwest bin.

QSDê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ji bo diyalogê amade ne lê di heman demê de ji bo parastina maf û ewlehiya gelê xwe jî wê tedbîrên pêwîst bigrin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24