Wezareta Karên Derve ya Lubnanê duh daxuyaniyên dawîn ên şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê, Elî Ekber Wîlayetî şermezar kirin û bi destwerdana bêserûber di kar û barên Lubnanê de bi nav kir.
Têkiliyên Beyrût û Tehranê di qonaxeke nû re derbas dibin
Her wiha wezaretê di daxuyaniyê de, diyar kir ku ev destwerdan, ne ya yekemîn e, hin berpirsên payebilind ên Îranê helwestên bi vî rengî li dijî biryarên hundirîn ên Lubnanê ku tu têkiliya wan bi komara Îranê ve tune ye, nîşan dabûn.
Wezaretê bang li berpirsên Tehranê kir ku li şûna destwerdana di kar û barên welatên din de, divê li rewşa gelê xwe bipirsin û girîngiyê bidin dabînkirina pêdivî û daxwazên wan.
Hikûmeta Lubnanê destwerdana ji derve red dike
Di heman demê de, wezaretê ragihand ku tenê Lubnanî bi rêya saziyên xwe yên destûrî, biryarê li ser siberoja xwe didin û ew destwerdana ji derve qebûl nakin.
Şêwirmendê Xamineyî piştgiriya Hizbulahê dike
Elî Ekber Wîlayetî piştgiriya Îranê ji Hizbulaha Lubnanî re nîşan dabû û gotibû Tehran bi wê yekê re ye ku Hizbulah çekên xwe radest neke.
Daxuyaniya berpirsê Îranê jî, piştî wê yekê hat ku hikûmeta Lubnanê biryar da ku çek bi tenê di destê dewletê de bimîne.