Alîkarê Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz di derbarê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de ji ANF’ê re axivî.
Guleryuz bal kişand ser kêmasiyonê û destnîşan kir ku li gel kêmasiyên xwe ji 1’ê Cotmehê vir ve yekane gava şênber ya dewletê avakirina komîsyon e.
Di civîna yekem ya komîsyonê de xalên xebatê û dema xebata komîsyonê bi yek dengî hate qebûl kirin.
Heya 31’ê Kanûna 2025’an dê xebatê xwe bidomîne. Guleryuz destnîşan dike ku her çiqas komîsyon gaveke dîrokî jî be kêmasiyên xwe hene.
Guleryuz bi însîyatîfa Serokê Meclîsê avabûna komîsyonê wek kêmasî digre dest lê rexmî van jî pir rengî bûna komîsyonê û axaftina vekirinê ya Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş êrînî dinirxîne.
‘Baweriyek mezin bi Abdullah Ocalan re heye’
Guleryuz diyar dike ku li hember komîsyonê bendewariyek wan ya xeyalperest nîne û ew bawer dikin ku komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê dê bibe alîkar.
Guleryuz ku komîsyonê wek îradeyek dîrokî ya çareserkirina qadên bi pirsgirêk digre dest diyar dike ku çareserkirina pirsgirêka Kurd her çiqas dem bixwaze jî komîsyon dikarê hêla qanûnî de paqijiya rê bike û pêşiya guhertinên demokratîk veke.
Ji bo civînên DEM Partî yên Aştî û Civaka Demokratîk jî Guleryuz da zanîn ku heya niha zêdetirî 250 hezar kesî re hevdîtin kirine û dibêje:
“Di van civînan de baweriyeke mezin bi Abdullah Ocalan re hate dîtin, lê nebaweriyeke mezin jî li hember dewletê heye.
Daxwaza aştiyê ya civakê xurt e û ew ji vê pêvajoyê bi moral derketine.”