Duh komên girêdayî Hikumeta Veghêz a Sûriyê êrîşî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, di encama êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn.
Derbarê mijdarê de Saziyên civaka sivîl û Kongra Star ên li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistaniyên li Lubnanê bi daxuyaniyên cuda êrîşên li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermerzar kirin.
Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê têkildarî êrişên li ser Şêxmesûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku tevî dorpêça li ser her du taxan êrişên li ser li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin.
Hat destnîşan kirin ku ev rageşiya ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve dikeve çarçoveya qelsbûna ewlehiya her du taxan û têkbirina aramiyê.
Xelkên Amûdê: Ev êrîş berdewamiya siyasetên nijadperestiyê ye
Di heman çarçoveyê de jî niştecihên Amûdê daxuyankiyek dan û gotin:" Binpêkirin eşker ye ku li dijî şêniyên her du taxan e tê kirin.
Ev êrîş di çarçoveya berdewama siyasetên nijadperestiyê û derxistina fitneyan de pêk hatin."
Xelkê Til Hemîsê jî bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kirin û wiha gotin: "Ev ne bûyereke leşkerî ya derbasdar e, di esas de peyameke xeternak e ku piştî serdana wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ji Şamê re pêk hat.
Her wiha tekez kirin ku armanca êrîşkaran ew e ku peymana 10ˊê Adarê têk bibin û proseya siyasî ya cidî xerab bikin.
Meclisa Eyn Îsa: Aştiya rastîn ne bi gotina ye
Meclisa Bajarê Eyn Îsa jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku aştiya rastîn ne bi gotinan e, lê bi edalet, naskirina mafan û rêzgirtina rûmeta mirovan e.
Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Veguhêz berpirsê êrîşane
Rêveberiya Xweser a kantona Firatê bi daxuiyaniyekê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şermezar kir û got:"
Ev êrîş hemwextî serdana şandeya Tirkiyeyê ji Şamê re pêk hatin. Hikûmeta veguhêz berpirsê tevahî êrişan e."
Kurdistaniyên li Lubnanê bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Veguhêz kirin ku divê dorpêç tavilê rabe, li gorî peymanên hatine îmzekirin tev bigerin û sûcdaran werin cezakirin.
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de berxwedana li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kirin û banga piştgiriyê kir.