KCK: Bang li NY û YE kir ku li hemberî komkujiyê derkevin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, ragihand ku çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ên koordînekirin bi awayekî eşkere li Helebê sûcên şer pêk tînin û di serî de bang li Kurdan NY û YE’yê kir ku xwedî li berxwedana mirovahiyê derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ber çavê tevahiya cîhanê li dijî Kurdên li Helebê êrîşên qirkirinê tê pêkan e. Sivîl, xitiyar, jin û zarok tên qetilkirin. Armanca van êrîşan koçberkirina Kurdan û guhertina demografiyayê ye. Komên çekdar ên ku bi taybetî ji hêla hikûmeta Sûriyê ve tên koordînekirin nexweşxane jî di nav de warên sivîlan hedef digirin û bi çekên qedexe bombe dikin û sûcên şer pêk tînin.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji êrîşên xwe yên hevpar ên hovane re weke hincet gotina xwe ya ‘’hêzên girêdayî PKK’ê li Helebê ne û li wir şer dikin’’ nîşan didin û bi rêya vê derewa xwe propogandayê dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev yek derewek mezin e û hewl tê dayîn bi propagandayek dervî rastiyê raya giştî bixapînin. Hewl didin ji bo êrîşên xwe yên qirkirinê hincetan çêbikin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi propagandayên derewîn hem zemîna şer amade kirine û hem jî rasterast birêve birine. Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk gelek caran dibêjin ku teqez hêzên girêdayî PKK’ê li Helebê nînin jî, Hakan Fîdan û hikûmeta Veguhêz di propagandeyên derewîn de israr dikin. Israra Hakan Fîdan û Yaşar Guler planeke sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo avakirina xwişk-biratiya Kurd-Tirk û bidestxistina çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re hatiye destpêkirin e. Dewleta Tirk weke aliyê koordînasyona şer, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan li Helebê didomîne.

Li Helebê êrîşa hikûmeta Vguhêz a Sûriyê li gel planên nû yên hevpar a li ser Kurdên ku DAIŞ têk birine, êrîşeke duyemîn a DAIŞ’ê ye. Wê demê jî DAIŞ’ê xwestibû li Helebê Kurdan qetil bike û koçber bike û a niha jî li gel hincetên cuda êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman armancê tên kirin. Ji ber wê yekê divê ev êrîş weke êrîşên cîhadîst ên dewama DAIŞ’ê û biryara Meclîsa Gel a Helebê jî weke îradeya berxwedana li dijî DAIŞ’ê were dîtin. Gelê Kurd, li hemberî DAIŞ û her cure giropên çekdar ên cîhadîst ev 15 sal in bedêlên mezin dane û li ber xwe daye. Ev berxwedana gelê Kurd, ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e. Divê civaka navneteweyî vê yekê bi vî rengî bizanibe, fêm bike û girêdayî vê yekê piştevaniya gelê Helebê bike û pûçkirina plana qirêj a li ser Helebê û kirina tiştên hewce erkekî exlaqî û wijdanî ye.

Piştevanî û alîkariya hemû gelê Kurd ê li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal û Ewropayê hêjayî pîrozkirinê ne. Em weke Tevgera Azadiyê berxwedana gelê me ya lehengî ya li dijî êrîşên komkujî û koçberkirina bi darê zorê yên li Helebê silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû Kurdistan wê bibe yek, her cure piştgiriyê bide û ji bo serkeftina berxwedana birûmet a li Helebê wê têkoşînê mezin bike.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye. Li Sûriyê hewcehiya gelan ne bi şerî û dijminahî heye hewcehiya gelan bi aşîtî, xwişk-biratî û avakirina Sûriyeke demokratîk a nû heye. Rollîstina hemû hêz û derdorên siyasî ya di vê çarçoveyê de wê xizmeta aşitiya herêmê bike.’’

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye