Hêzeke Îsraîlê derbasî Quneytirayê bû

Tevgera Îsraîlê li Quneytîrayê dewam dike Li başûrê Sûriyê yekîneyeke Artêşa Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê, bendên kontrolê danîn û mal kontrol kirin. Artêşa Urdunê jî ragihand ku wê 4 hewldanên derbaskirina madeyên hişbir bi qaçaxî li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzeke Artêşa Îsraîlê ku ji 10 erebeyan pêk dihat, vê sibehê ket herêma Seyda Hanût a girêdayî parêzgeha Quneytîra li başûrê Sûriyê.

Wê hêzê bendeke kontrolê li herêmê danî û malên şêniyan kontrol kirin.

Artêşa Îsraîlê hebûna xwe li başûrê Sûriyê xurt dike

Duh jî yekîneyeke Artêşa Îsraîlê ket gundên Berîqa û Bîr Eceb ên gundewarên Quneytîrayê.

Fermandariya Artêşa Îsraîlê radigihîne ku ev tevgera hêzên wan di çarçoveya "têkbirina gefên ewlehiyê" de tên.

Artêşa Urdunê 4 hewldanên qaçaxçîtiya madeyên hişbir têk bir

Li rex tevgera Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyê, hewldanên qaçaxçîtiya madeyên hişbirê li ser sînorê Sûrî-Urdunê dewam dike.

Artêşa Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 4 hewldanên qaçaxçiyan ji bo derbaskirina madeyên hişbir li ser sînorê wê yê bi Sûriyê re têk bir û got:

Artêşa Urdun: Madeyên hişbir ji Sûriyê tên

"Di berbanga şemiyê de, Hêzên Parastina Sînor 4 balonên blastîk li ser esîmanê herêmê dîtin.

Di şopandinê de, derket ku ev balon bi madeyên hişbirê barkirî ne.

Yekser Hêzên Parastina Sînor mudaxele kirin û ew balon anîn xwarê."

Artêşê da zanîn ku hêzên wan dest bi ser miqareke mezin ji hemû cureyên madeyên hişbirê girtin ku di van balonan de hatibûn barkirin.

Artêşê diyar kir ku tiştên girtine ji bo tedbîrên qanûnî yên pêwîst, radestî rayedarên pêwendîdar kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye