Çavdêrên Navneteweyî: Îran 'rewşa şer' wekî perdeya darvekirinan bi kar tîne

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ya ku di 30'yê Nîsanê de hat weşandin, herî kêm 44 kes ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên Çileya 2026'an de, cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Di nava kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de, du jin û sê ciwan hene ( ên ku di dema binçavkirinê de temenê wan di bin 18 salî de bû ).

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistinên mafên mirovan wekî IHRNGO û ABC'yê radigihînin ku ji destpêka sala 2026'an û vir ve, hejmara darvekirinên ku hatine piştrastkirin gihîştiye 613 - 657 kesan.

Ajansa Nûçeyan a HRANA'yê jî, di raporeke xwe de dibêje ku ji sedî 70 ji kesên ku têne darvekirin, girtiyên siyasî ne.

Çavdêrên navneteweyî diyar dikin ku Îran "rewşa şer" wekî bihane bikar tîne, da ku darvekirina girtiyên siyasî leztir bike û dengê nerazîbûna navxweyî bitepisîne.

Li gorî raporekê ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê IHRNGO'yê ve hatiye weşandin, 44 kesên ku beşdarî xwepêşandanên Çileyê bûbûn, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Di nava kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de, du jin û sê ciwan hene ( ên ku di dema binçavkirinê de temenê wan di bin 18 salî de bû ).

Rapora rêxistinê daxuyaniyekê ji Serokê Dadweriya Îranê Xulam Huseyîn Muhsinî Êjeyî vedihewîne, ku daxwaza bicihanîna bilez a darvekirinan dike, û destnîşan dike ku ji 19'ê Adarê ve 9 çalakvan hatine darvekirin.

Rêveberê IHRNGO'yê Mehmûd Amirî-Mûqedem, diyar kir ku zagona nû ya sîxuriyê ji bo tepeserkirina opozisyonê hatiye derxistin û wekî hincet ji bo darvekirinê tê bikaranîn.

Di raporê de hat gotin ku, 10 çalakvanên ku li Zindana Navendî ya Qumê girtî ne, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, lê navên wan nehatine eşkerekirin.

Di heman demê de, hate ragihandin ku herî kêm 17 çalakvan li Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê di "hucreyên mirinê" de têne girtin.

Ji 19'ê Adarê û vir ve, heta niha herî kêm 10 xwepêşander wekî Salih Muhemmedî, Seîd Davûdî, Mehdî Xasemî û Sasan Azadvar hatine darvekirin.

Rêxistinên mafên mirovan eşkere dikin ku, cezayên darvekirinê di encama darizandinên pir lez, "nederheq" û bi îfadeyên ku di bin êşkenceyê de hatine wergirtin, hatine birîn.

Li gorî raporên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan, ji destpêka pevçûnên leşkerî yên rasterast ên ku di 28'ê Sibata 2026'an de dest pê kirine, hejmara darvekirinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY ragihand ku, ji destpêka şer û heta niha ve, herî kêm 21 kes hatine darvekirin.

Ji ber ku li Îranê, li gelek deveran înternet hatiye birîn, û zextên ewlehiyê hene, tê texmînkirin ku hejmara rastîn a darvekirinan ji van hejmarên fermî bilindtir be.

Hincetên Darvekirinê çi ne ?

9 kes bi hinceta beşdarbûna di xwepêşandanên Çileya 2026'an de.

10 kes bi tawana endamtiya komên opozisyonê.

2 kes bi tawana "sîxuriya ji bo Îsraîlê".

"Dijminatiya li dijî Xwedê"

"Serhildana çekdarî"

"Gendeliya li ser erdê"

"Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî"

Di heman demê de zêdeyî 4.000 kes hatine binçavkirin.

Di salên dawiyê de, taybet di navbera salên 2023-2025'an de, hejmarên darvekirinan wiha bûn:

2023: Herî kêm 834-853 kesan.

2024: Herî kêm 901-975 kesan.

2025: Herî kêm 1.639 kes ( ev hejmar di 40 salên dawiyê de ya herî bilind e ).

Hîna jî bi sedan xwepêşander û girtî di bin xetereya darvekirinê de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye