Aqûbeta jinên li Îranê hatine binçavkirin nayê zanîn

Aqûbeta Hedîs Heqîqî û Sara Spêhrî yên ji hêla rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin nayê zanîn. Hat zanîn ku der heqê Sîma Îbay Ferîman a li Girtîgeha Wekîl Abadê tê ragirtin jî tu agahî bi malbata wê re nayên parvekirin. Her wiha lêkolîner Mînu Mehrabanî û hevjînê wê Homan Foruhanrî ku mehek berê li Îranê hatibûn binçavkirin, agahî ji wan nayê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî şer û nakokiyên Îranê li gel DYA-Îsraîlê jî, gef û zextên Dewleta Îranê yên li ser welatî, çalakvan, jin û welatparêzan hem li kolanan hem jî li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya xwe spartî çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, jineke Kurd a bi navê Hedîs Heqîqî ku ji bajarê Urmiyeyê ye, tevî bavê xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve bêyî fermana dadwer hatin binçavkirin.

Heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Her wiha ev jina Kurd û bavê wê, ji mafê dîtina parêzer û têkiliya bi malbata xwe re hatine bêparkirin.

Hewldanên malbatê yên ji bo bidestxistina agahiyan li ser rewşa her duyan bê encam mane.

Li gel vê yekê, rûpela taybet a Hedîs Heqîqî ya medya dijîtal a Instagramê hatiye blokkirin.

Nêzî mehekê di ser girtina jina şanoger a bi navê Sîma Înbay Ferîmanî ya 34 salî re derbas dibe.

Sîma Înbay di Girtîgeha Wekîl Abad a bajarê Meşhedê de bêyî wergirtina mafên seretayî tê ragirtin.

Sîma Înbay bi tometên “civîn û têkdana ewlehiya neteweyî û heqareta hember rêberên berê û niha” tê sûcdarkirin.

Dîsa li gorî çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi şikandina derî û pencereyan, bi ser mala Sara Spêhrî ya Behayî û nişteciha bajarê Şîrazê de girtine û ew binçav kirine.

Her wiha hêzan dest danîne ser kelûpelên wê yên şexsî.

Di heman demê de li bajarê Kirman ê Îranê 2 aktîvîst Mînu Mehrabanî û hevjînê wê Homan Foruharî ku hatibûn binçavkirin, mehek di ser binçavkirina wan de derbas bû lê tevî vê agahiyek fermî nehatiye parvekirin, ev jî rê li ber fikaran vedike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye