Artêşa Îranê: Dorpêça deryayî ya DYA'yê ne qanûnî ye

Artêşa Îranê nerazîbûn nîşanî dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da û got: “Ev yek ne qanûnî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê Hatam El-Enbiya daxuyaniyek li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka da û wiha anî ziman:

"Qedexe û astengiya ku Amerîka ya sûcdar datîne ser ger û geşta li deryayê ya navneteweyî ne qanûnî ye û mînakek ji korsaniyê ye."

Her wiha Di daxuyaniyê de ev hişyarî hate dayin:

"Eger gef li ewlehiya bendergehên Komara Îslamî yên li Kendava Basra û Derya Umanê bê xwarin, wê bendergehên li Kendava Basra û Derya Umanê wê ne ewle bibe."

Artêşa DYA'yê ragihandibû ku îro ji saet 14:00 GMT û pê ve hemû keştiyên dikevin bendergehên Îranê û jê derdikevin wê bêne dorpêçkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye