Amerîka: Îranê hilbijartineke xirab kir û dê berdêla wê bide

Piştî bidawîbûna êrîşên dijber ên di navbera Îran û Amerîkayê de, daxuyaniyên cuda ji hêla rayedarên herdu welatan ve derketin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îro, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth der barê êrîşên dawî de li ser platforma X’ê wiha belav kir:

"Îranê hilbijartineke xirab kir.

Niha ew berdêlê didin."

Pete Hegseth ev peyama kurt ligel daxuyaniya CENTCOM’ê ya li ser operasyona leşkerî ya Amerîkayê weşand.

Qalîbaf: Serdema peymanên yekalî bi dawî bûye

Ji aliyê Îranê ve jî, Serokê Parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf nivîsek li ser heman platformê weşand û tê de behsa bidawîbûna peymanên yekalî kir.

Mihemed Baqir Qalîbaf di belavoka xwe de wiha nivîsand:

"Serdema peymanên yekalî bi dawî bûye.

Me ji we re got, an soza xwe bi cih bînin an jî bedela wê bidin."

Zêdebûna aloziyan piştî çend rojan ji ragihandina bidawîbûna peymana demkî ya bi Îranê re ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye