Ji ber pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn, Hikûmeta Îtalyayê biryar daye ku nûkirina otomatîkî ya peymana hevkariya parastinê ya bi Îsraîlê re rawestîne.
Îtalya yek ji hevalbendên herî nêzîk ê Îsraîlê li Ewropayê ye, lê di hefteyên dawiyê de helwesta Îtalyayê hatiye guhertin.
Di nava kesên ku ji êrîşan bibandor bûne, leşkerên Îtalî hene ku li Libnanê di bin fermana NY de xizmetê dikin.
Giorgia Meloni got: "Li gorî rewşa heyî, hikûmetê biryar daye ku nûkirina otomatîkî ya peymana parastinê ya bi Îsraîlê re rawestîne."
Çavkaniyek ji Wezareta Parastinê ji Ajansa Reuters'ê re ragihand ku yek ji encamên vê biryarê ew e, ku Îtalya êdî bi Îsraîlê re di perwerdehiya leşkerî de hevkariyê nake.
Heman çavkaniyê ya ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku Giorgia Meloni roja duşemê bi Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani, Wezîrê Parastinê Guido Crosetto û Cîgirê Serokwezîr Matteo Salvini re, ev biryar daye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hîn bersiv nedaye.
Di heman demê de, Meloni piştgiriya xwe ji bo Papa Leo X anî ziman, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rexneyên tund li wî kir.
Trump serokwezîra Îtalyayê rexne kir
Li aliyekî din, Serokê DYA'yê Donald Trump di hevpeyvînekê de bi rojnameya Îtalî Corriere della Sera re got:
"Ma Îtalî hez dikin ku serokwezîra wan ji bo bidestxistina vê petrolê alîkariya me neke?
Ma ew ji vê yekê kêfxweş in? Ez nikarim xeyal bikim.
Ez şok bûm, min digot qey ew wêrek e, lê ez şaş bûm."
Roja yekşemê, Trump piştî bangên Papa ji bo bidawîkirina şer rexne li Papa Leo X kir û got ku ew "heyranekî mezin" ê Papa nîne û ew wekî "pir lîberal" bi nav kir.
Di bersiva van rexneyan de, keşîşên Îtalî û Amerîkî piştgiriya xwe pêşkêşî rêberê Katolîkê kirin.
Papa roja duşemê got ku ew ji rêveberiya Amerîkayê "natirse" û "erka wî ya exlaqî" heye ku piştgiriya xwe ji bo aştiyê diyar bike.
Her wiha Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni piştgiriya xwe ji bo berdewamiya dan û standinên aştiyê û xebata ji bo vekirina Tengava Hurmizê anîbû ziman.