Rojnameya New York Postê, ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji wê re, gotiye ku dibe ku di nav 2 rojên bê de li Pakistanê dan û standinên bi Îranê re, ji nû ve dest pê bikin.
ÎRNA: Tu agahî di der barê dan û standinê de tune ne
Ajansa Dewleta Îranê (ÎRNA) di derbarê vê yekê de, eşkere kir ti agahî derbarê rêkeftinekê de ji bo destpêkirina dan û standinên din bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re tune ne.
Macron: Divê Îran û Amerîka dest bi dan û standinê bikin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku roja duşemê ew bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump re, ji bo berdewamiya dan û standinan axiviye.
Macron da zanîn ku wî daxwaza ji nû ve destpêkirina dan û standinan û dûrketina ji her aloziyeke din kiriye û wiha jî lê zêde kir:
"Di van şert û mercan de, divê dan û standin bi piştgiriya aliyên sereke yên eleqedar zû ji nû ve dest pê bikin."
Her wiha Macron da xuyakirin ku wî gotiye ku divê Tengava Hurmizê di zûtirîn dem de bê şert û merc ji nû ve were vekirin.
Guterres: Dibe ku dan û standinên Îran û Amerîkayê dest pê bikin
Ji aliyê xwe ve jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî, ji rojnamevanan re got ku nîşanên xurt hene ku wê dan û standinên ji bo bidawîanîna şer bi Îranê re ji nû ve dest pê bikin.