Danyarên hikûmî yên herî dawî nîşan didin ku pêla niha ya vîrusa Ebola li Komara Demokratîk a Kongo rû dide, di dîroka welat de bûye karesata herî mezin û kujer. Hejmara qurbaniyên ku canê xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 325 kesan.
Bi vê bîlançoyê, nexweşiya niha raboriya pêla salên 2018 û 2020'an da ku wê demê wekî herî kujer dihat pejirandin û tê de 2 hezar û 299 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî daneyên Peymangeha Tenduristiya Giştî ya Kongoyê, piştî tespîtkirina 101 pêketiyên nû di nava 24 saetên dawî de, hejmara giştî ya kesên bi vîrusê ketine derket 4 hezar û 945 kesan. Rêjeya mirina nexweşan di nav rewşên piştrastkirî de gihîştiye nêzî %47an.
Ajansên herêmî diyar kir ku ev pêla nû ji ber cureyeke kêmpeyda ya bi navê "Bundibugyo" dertê, ku heta niha tu vaksîn an dermanekî pejirandî li dijî wê tune ye. Ev nexweşî di asta cîhanê de jî wekî duyemîn pêla herî kujer a Ebola tê hesibandin; piştî nexweşiya Afrîkaya Rojava ya navbera salên 2014 û 2016'an ku tê de zêdetirî 11 hezar kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) eşkere kir ku ev pêl, nexweşiya 17'emîn e ji dema dîtina vîrusê di sala 1976'an de li Kongoyê. Nexweşî bi giranî li parêzgeha Ituri ya li bakurê rojhilatê welat belav bûye û piştre derbasî herêmên din jî bûye. Tevî hewldanên kontrolkirinê, şer û pevçûnên çekdarî, lawaziya binesaziya tenduristiyê û derengasbûna tespîtkirina nexweşan rê li ber tîmên tenduristiyê digire ku bigihêjin hemû herêman.
Vîrusa Ebola bi rêya têkiliya rasterast a bi xwîn an şilemeniyên laşê kesên vegirtî, yan jî bi rêya rûberên qirêj derbasî mirov dibe. Pispor didin zanîn ku tespîtkirina zû û lênihêrîna tenduristî ya guncan dikare rîska mirinê kêm bike.