Japonyayê îro serê sibê bi merasîmeke taybet, salvegera 81’an a avêtina bombeya atomî ya li ser bajarê Hîroşîmayê bi bîr anî.
Di merasîmê de, Serokwezîra Japonyayê Sanai Takaichi soza welatê xwe ya ji bo pabendbûna bi prensîbên dijî çekên nukleerî nû kir û diyar kir ku divê karesata Hîroşîma û Nagazakiyê tu carî dubare nebe.
Takaichi bal kişand ser ku bombeyek bi tenê di kêliyekê de jiyana asayî, xanî û hêviyên gelê bajêr bi temamî wêran kir.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev êrîş di 6’ê Tebaxa 1945’an de ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) ve hatibû kirin û di encama wê û êrîşa li ser Nagazakiyê de bi deh hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.