Li Amerîkayê di êrîşekê de 8 zarok hatine kuştin

Li Louisiana ya Amerîkayê di êrîşekê de heşt zarok hatine kuştin, sedema rûdana vê bûyerê jî hîn ne diyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Associated Press, Serokê polîsan Wayne Smith gotiye ku gulebaran li dora saet 6'ê sibehê li Shreveportê hat kirin.

Temenê qurbaniyan ji yeksalî heya 14 salî ye.

Berpirsê polîsan diyar kir ku bi tevahî 10 kes hatine gulebarankirin.

Rayedaran diyar kir ku ew hîn jî hûrguliyên li cihê bûyerê lêkolîn dikin.

Smith zêde kir ku gumanbarê gulebarankirinê ji hêla polîsan ve di dema şopandinê de hatiye kuştin.

Wayne Smith destnîşan kir ku hin ji zarokên ku hatine gulebarankirin xizmên gumanbar bûn.

Serokê polîsan got: "Ev bûyereke mezin e ku qet berê me nedîtiye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye