Serokê Amerîkayê di postekê de, li ser Truth Socialê ragihand ku şandeyeke Amerîkî ji bo dan û standinên bi Îranê re, wê berê xwe bide paytexta Pakistanê.
Piştî vê yekê jî, Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnameya New York Postê, eşkere kir ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê, wê di dema dan û standinan de jî, berdewam bike.
Tesnîm: Heta Amerîka dorpêça deryayî bidomîne wê ti dan û standin çênebin
Di heman çarçoveyê de jî, ajansa Tesnîmê ya Îranê belav kir ku Îranê heta niha biryar nedaye ku ti şandeyeke dan û standinan bişîne Pakistanê.
Li gorî heman çavkaniyê, tîma Îranê piştrast kiriye ku heta daxuyaniya Trump a der barê dorpêça deryayî ya li ser Îranê de berdewam bike, dê ti dan û standin çênebin.
Netanyahu: Rûbirûbûna bi Îranê re hîn bi dawî nebûye
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, diyar kir ku rûbirûbûna bi Îranê re hîn bi dawî nebûye û dibe ku pêşketineke nû di her kêliyê de çêbibe.
Benjamin Netanyahu di dema hevdîtina xwe ya bi Serokê Arjantînê Javier Pellegrini re li Orşelîmê wiha got:
"Em bi Îranê re di şer de ne."