SOHR`ê eşkere kir ku li bajarê Hema, Heleb û gundewarên Dêrezorê û Hesekê 5 kes hatine kuştin.
Navendê da zanîn ku ji nav wan 5 kesên ku hatine kuştin keçek û 4 mêr hene.
Di heman demê de, SOHR`ê diyar kir ku beriya 2 mehan xortek li bajarê Siweydayê ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyê ve hatibû girtin.
Her wiha duh jî termê wî xortî radestî malbata wî kirin ku nîşanên êşkenceyê li ser wî dihat xuyakirin.