Piştî daxuyaniya dîrokî ya tevgerê, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê X'ê vekişîna Tevgerê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di daxuyaniya xwe de wiha anî ziman:
Omer Çelîk: Encamên berbiçav ji bo nexşerêya Tirkiyê û Aşîtiyê girîng e
"Bi pêşketina îro re, biryara vekişîna PKK'ê ya ji Tirkiyê eşkere kir ku wê gavên nû ji bo pêvajoya danîna çekan bên avêtin, encamên berbiçav ên pêşketina ji bo nexşerêya Tirkiyê û aşîtiyê girîng e."
Her wiha Omer Çelîk diyar kir ku gavên nû yên ji bo danîna çekan, bipêşketinên li gorî armanca sereke ne, nexşerê ji bo armanca Tirkiyeyê demokratîk encamên erênî dide.
Çelîk: Mijara siyasî ya yekane ya vê pêvajoyê îradeya neteweyî ye
Çelîk xebatên komîsyona Meclîsa tirkiyê jî nirxand û wiha got:
"Piştgirî û rêberiya ku bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji partiyên cuda pêk tê gihîştiye, bi awayekî zelal nîşan daye ku mijara siyasî ya yekane ya pêvajoyê, îradeya neteweyî ye."
Omer Çelîk tekez kir ku bi berdewamiya pêvajoya xwefesixkirinê û danîna çekan re wê çarçoveya erênî ya ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê xêz bike, zelaltir bibe.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di dawiyê de got ku bi piştgiriya her welatiyekî xwe û bi biratî, yekîtiya dîrok û çarenivîsa xwe re ew dê ber bi armancên xwe ve biçin.