SOHR'ê da zanîn ku li ser sînorê Sûriyê yê li girên Golanê, çalakiyên leşkerî yên berfireh ên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê çêbûne. Di nav van çalakiyan de destwerdanên meydanî û avakirina xalên kontrolê yên demkî hene.
Di derbarê çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê de, ti rapor li ser operasyonên lêgerîn û girtinê ya bi niştecihan re derneketiye.
Ev pêşketinên meydanî di demekê ku hefteyên dawî de çalakiyên Îsraîlê li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê bi êrîş û tevgerên leşkerî yên rojane zêde bûne ku ev yek xurtbûna hebûna meydanî ya Îsraîlê di nav axa Sûriyeyê de nîşan dide.