Ji bo bêçekkirina Hizbullahê Amerîka 230 milyon dolar dide Libnanê

Rêveberiya Trump, 230 milyon dolar ji bo hêzên ewlehiyê yên Libnanê wekî beşek ji hewildanên xwe yên ji bo bêçekkirina Hizbullahê pejirand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), her sal alîkariyên darayî û lojîstîkî ji bo artêşa Libnanê dişîne.

Li gorî Reutersê rêveberiya Trump vê hefteyê, 230 milyon dolar ji bo hêzên ewlehiyê yên Libnanê wekî beşek ji hewildanên xwe yên bêçekkirina Hizbullahê pejirand.

Di 1982-1984'an şerê Navxweyî yê Libnanê de bi hinceta parastina Îsraîlê DYA jî tevlî şer bû. Di 6'ê Hezîrana 1982'an de, destwerdana Amerîkayê ji bo Libnanê, dest pê kir.

Bi destwerdana Libnanê re rêveberiya DYA tevlî karûbarên Libnanê yên navxweyî bû û alîkarî ji bo xurtkirina artêşê şand.

Ji wê demê ve jî, nakokiyên di navbera artêşa Libnanê ku alîkarî ji DYA digre û Tevgera Hizbulah ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, berdewam dikin.

Piştî êrîşa Hamas ya 7'ê Cotmehê 2023'an, êrîşên Îsraîlê ya li ser Xezeyê, Hîzbullah jî eniyek nû ji bo piştgiriya Hamasê li hember Îsraîlê vekir.

Di 27'ê Mijdara 2024'an jî bi navbeynkariya DYA'yê di navbera Îsraîl û Libnanê agirbest çêbû.

 

Di mijdara 2024'an de agirbesta Îsraîl û Hizbulahê dest pê kir

 

Li gor rêkeftina agirbestê, wê Artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê vekişe û wê Hizbullah çekdarên xwe bo bakurê Lîtanî, 30 km ji sînorê Îsraîlê, dûr bixe.

Lê ev bû demeke, Îsraîl bi îdîaya ku Hizbulah li başûrê Libnanê careke din xwe birêxistin dike, êrîşên xwe li ser başûrê Libnanê zêde kirine.

 

Bêçekkirina Hizbulahê di rojevê de ye

 

Niha jî, mijara bêçekkirina Hizbulahê ji aliyê artêşa Libnanê ve, bi piştgiriya Amerîkayê, di rojevê de ye.

Berî çend rojan berdevka artêşa Libnanê,daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Hizbulah çekên xwe radestî hikumetê bikin.

 

Hizbulah: Em çekên xwe radest nakin

 

Lê Hizbulah vê yekê red dike û idîa dike ku heya êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê raneweste, ew ê çekên xwe radest nekin û wê ji bo ewlehiya herêmê tev bigerin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24