Li Vîetnamê 51 kes di bagerê de mirin

Li Vîetnamê bîlançoya bagera Bualoi ya ku roja yekşemê gihişt bejahiyê, giran bû. Hikûmeta Vîetnamê îro bi raporekê ragihand ku hejmara qurbaniyên Tofana Bualoi û lehiyên ku çêbûne gihîşt 51 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Jîngehê ya Vîetnamê eşkere kir ku ji bilî qurbaniyan 164 birîndarin bûn û 14 kes winda ne.

Bagera ku leza wê gihişt di saetê de 130 km , nêzî 12 saetan bi bandor bû û li seranserî welêt bû sedema hilweşîneke mezin.

Di serî de Hanoi, li gelek herêman baranên bi tund bûn sedema lehî û hezazê, zêdeyî 200 hezar mal, binesaziyên civakî û araziyên çandiniyê xera bûn.

Rayedar diyar dikin ku av vekişiyan, lê xeteriyeke nû dibe çêbibe.

Zanyar destnîşan dikin ku guhertina avhewayê bûyerên hewayê yên bi vî rengî, hîn zêdetir û hilweşîner dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24