Berdevkê Wezaretê diyar kir ku wan û Çînê destpêşxeriya pênc xalî ji bo bidawîanîna şer pêşkêş kirine û diyar kir ku di navbera helwestên Îran û Dewletên Yekbûyî de ji bo gihîştina rêkeftinekê, xalên hevpar hene û wiha got:
“Her du welat jî ji Pakistanê bawer dikin ku dê dan û standinan hêsan bike.
Em li benda plansazkirina civînekê ne ku di navbera aliyên têkildar de bê sazkirin.”
Di heman demê de, Îranê îro eşkere kir ku daxwazên Amerîkayê ji bo bidawîanîna şer ne li gorî rastiyê ne.
Her wiha înkar kir ku ti dan û standinên agirbestê hebin.