Îran û Amerîkayê duh gera dan û standinên nerasterast bi dawî kirin, lê ti nîşaneke pêşketinê ber bi aştiyeke mayînde ve tune bû.
Çavkaniyan got ku dan û standkarên herdu welatan du roj li Dohayê li ser trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê û mijara darayî nîqaş kirin.
Ev her du mijar jî du stûnên peymana destpêkê ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump û serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îmze kiribûn.
“Civîna bê wê di zûtirîn dem de were lidarxistin”
Wezareta Derve ya Qeterê diyar kir ku civîna bê wê di zûtirîn dem de, piştî bidawîbûna merasîmên cenazeyê Rêberê Bilind ê berê yê Îranê Elî Xameneyî were lidarxistin.
Berdevkê wezaretê li ser Twitterê got ku di hevdîtinên Dohayê de li ser mijara têkildarî memoranduma têgihîştinê ya ku di hezîranê de hatibû îmzekirin pêşketineke erênî çêbû.
Her wiha encamên hevdîtinên berê yên li Swîsreyê hatin nêqaşkirin.
Trump: Di hevdîtinên li Qeterê de mijara nukleerî hat nîqaşkirin
Li Waşingtonê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got ku her du alî der barê sînordarkirinên potansiyel ên li ser bernameya nukleerî ya Îranê ku sedema sereke ya destpêkirina şer bû, pêşketinê çêdikin.
Wî ji rojnamevanan re got:
"Pêvajoya bêçekkirina Îranê pir baş derbas dibe.
Wan hevdîtinên pir baş kirine û em ê bibînin ka çi dibe."
Lê çavkaniyan gotin ku bernameya nukleerî di hevdîtinan de nehatiye nîqaşkirin.
J.D. Vance: Em ji ber mijara nukleerî bi fikar in
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê J.D. Vance destnîşan kir ku ev mijar wê paşê were nîqaşkirin û wiha anî ziman:
"Bê guman, em ji ber mijara nukleerî bi fikar in û em ê dest bi axaftina li ser bikin."
Di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve û serokê şandeya Îranî Kazem Xerîbabadî, ragihand ku hevdîtin bi dawî bûne.
Ti alîyan diyar nekir ku wan nakokiyên xwe çareser kirine yan na.
Yek ji mijarên nakok Tengava Hurmizê ye.
Rewşa Tengava Hurmizê hîn jî ne diyar e
Peymana di navbera Amerîka û Îranê de destpêkê destnîşan dike ku her du welat wê destûrê bidin ji nû ve destpêkirina çûn û hatina keştiyan di Tengava Hurmizê re.
Lê belê Tevî wê yekê jî rewşa vê rêya avê ya stratejîk ne diyar e.
Du çavkaniyên payebilind ên Îranî duh eşkere kirin ku Îran bi biryar e ku nasnameya navneteweyî ya kontrola xwe ya li ser tengavê û şiyana xwe ya sepandina bacê li ser keştiyên derbasbûyî bi dest bixe.
Bi daxuyaniyên Trump re buhayê petrolê tê guhertin
Bi daxuyaniyên Donalad Trump re buhayê Petrolê tê guhertin.
Herî dawiyê Trump di daxuyaniyên xwe yên dawî de îhtîmala vegera şerekî giştî bi Îranê re kêm kir.
Piştî daxuyaniyên Trump, buhayên petrolê daketin asta herî nizm.