Koreya Bakur mûşekek entegreyî hişê çêkirî ceriband

Xwişka Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un ku heman demê Seroka Daîraya Têkiliyên Giştî yê Partiya Karkeran a Koreyê (WPK) Kîm Yo-Jonge diyar kir ku mûşekek nû ceribandine ku entegreyî hişê çêkirî hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Kîm Yu-jong destnîşan kir ku mûşek nakeve ‘hedefa dijmin’ , destnîşan kir ku mûşek di dema xwe ya herî nizim de dikare rotaya xwe biguhere û entegreyî hişê çêkirî hatiye kirin.

Serfermandarê Giştî yê Koreya Başûr jî ragihand ku mûşeka ku Koreya Bakur avêtî, ji beriya bikeve Behra Jepon (Donghae) 700 kîlometre çûye.

Li aliyê din rayedarên istixbaratî yên Koreya Başûr û DYA’yê jî ragihandin ku ji kêliya ku mûşek hatî avêtin û hatiye şopandin û agahî hatiye parvekirin.

Serok Dewletê Koreya Başûr Lee Jae Myung di daxuyaniya 1’ê cotmehê de dabû diyarkirin ku ji bo aloziyên leşkerî yên bi Koreya Bakur re kêm bikin û pêkanîna ewlekariyê ya ji bo herdu welatan wê gavên xwe bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye