Li Tengava Hurmizê şer derket

Hêza herî mezin a Amerîkayê li deverê CENTCOM û hêza herî mezin a Komara Îslamî ya Îranê Supaya Pasdaran, li Tengava Hurmizê li hember hev sekinîne. Her ku pirsgirêkek derdikeve li vê deverê agir dibare. Şeva derbasbûyî careke din şer derket.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Bazriganiya ku di nav ava deryayê de tê kirin, bandorê li siyaseta navdewletî dike.

Parastina ewlehiya keştîvaniyê, rojava û rojhilatê cîhanê bi hev girê dide.

Supaya Pasdaran êrîşî keştiyekê kir

Ev keştî li peravên Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî Îmarart têne dîtin, ew jî piştî êrîşa duh a Supaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê bi ser keştiyekê de ku tengava Hurmizê derbas dikir e.

Navendên leşkerî yên Îranê hatin bombebarankirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOM ragihand ku wek bersivekê li hember êrîşa herî dawî, hêzên wan çend êrîş li dijî navendên leşkerî yên Komara îslamî ya Îranê pêk anîne.

CENTCOM`ê hûrguliyên operasyonê eşkere kirin

CENTCOM`ê da xuyakirin ku agirbestê binpê dike û azadiya keştîvaniyê li Tengava Hurmizê asteng dike, Amerîka jî vê yekê qebûl nake.

Supaya Pasdaran jî daxuyaniyek da û têde eşkere kir ku hêzên wan êrîşî ser navendeke hêzên Amerîkayê li deverê kirine.

Supaya Pasdaran bersiva CENTCOM`ê da

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de ev yek jî hatiye destnîşankirin ku berpirsiyariya rêvebirina Tengava Hurmizê û rêvekirin li ber derbasbûn û derketina keştiyan bi temamî di destê Komara Îslamî ya Îranê de ye.

Şerê li Hurmizê bandorê li nirxê neftê dike

Berî derketina van êrîşan jî, roja înê nirxê neftê 3% kêm bû û li gor hefetyên derbasbûyî nirx dest bi daketinê kiribû.

Di tenagava Hurmizê de 20% ji tevahiya neft û gaza cîhanê tê vegauhastin.

Her wiha Kompanyaya Aramko ya Erebistana Siûdiyê dest bi barkirina û veguhastina Neftê ji bendera Ras tenûre kir, ku wek bendera herî mezin a barkirina neftê li cîhanê tê dtîin, lê ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de karê li vê benderê 4 mehan hatibû rawestandin.

CENTCOM wek hêza herî mezin a Amerîkayê li deverê û Suupaya Pasdaran wek hêza herî mezin a Komara Îslamî ya Îranê xwe di aliyê leşkerî de berpirsê Tengava Hurmizê dibînin.

CENTCOM û Supaya Pasdaran Hurmizê kontrol dikin

Her aliyek dibêje ew Hurmizê kontrol dike û qebûl nake aliyê din astengiyan derxîne, di vê navberê de, her mûşekek li vê herêmê tê teqandin bandorê li nirxê neft û gazê li sernaserê dunyayê dike.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye