Germahiya havîna îsal, bandorên wê û guherîna avhewayê di rojeva cîhanê de yek ji rojevên herî girîng e.
Guherîna avhewayê û bandora El Nino, îsal germahiya gerdûnî gihand asteke qet nehatiye dîtin.
Zanyarên avhewayê radigihînin ku 11 salên dawî (ji sala 2015an û heta niha) weke "11 salên herî germ" di dîroka tomarkirî ya mirovahiyê de hatine qeydkirin.
Li gorî daneyên herî dawî:
Li herêmên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakurî, pileyên germahiyê asta 50 û 53 pileyî derbas kirine.
Li parzemîna Awistralyayê di heman demê de 50 pile hat tomarkirin.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku îhtîmaleke pir mezin heye, heta ji sedî 91 ku germahiya erdê di salên pêş de ji sînorê ku zanyar wekî xeta sor a ewle destnîşan kirine, derbas bibe.
Her wiha ev germahî dibe sedema helandina asfalta kolanan û ziwabûna çavkaniyên avê.
Lê ev germahî tenê ne guherîna hewayê ye, di heman demê de xetereyeke mezin e li ser tenduristiya mirovan e.
Germahî dibe sedema nexweşiyên giran
Bijîşk li ser asta cîhanê hişyariyê didin ku germahiya zêde bi xwe re gelek nexweşiyên giran tîne.
Amarên tenduristiyê yên navdewletî tirsê dixin dilê mirovan.
Li gorî raporên cîhanî, salane nêzîkî 489,000 mirov ji ber nexweşiyên girêdayî germahiyê jiyana xwe ji dest didin.
Ji sedî 45`ê van mirinan li parzemîna Asyayê û ji sedî 36 jî li Ewropayê rû didin.
Bijîşk hişyariyê didin ku ev pêla germahiyê rasterast bandorê li sîstema fîzyolojîk a mirovan dike û dibe sedema van nexweşiyên kujer:
Lêdana Germê (Heat Stroke): Dema germahiya laş 40 pileyî derbas dike û sîstema xwêdanê radiweste.
Ev rewş rasterast zirarê dide mêjî û organên hundurîn.
Krîzên Dil û Celteyên Mêjî: Ji ber kêmûkasiya avê û sersariya xwînê, zexta li ser dil zêde dibe, ku ev jî rîska krîza dil pir bilind dike.
Nexweşiyên Nefesê û Gurçikan: Germahiya zêde zirara gurçikan (têkçûna gurçikan) zêde dike û bi taybet ji bo karkerên ku li bin tavê dixebitin.
Koma herî di bin rîskê de ne, kesên temen mezin (ser 65 salî), zarokên piçûk û nexweşên kronîk in.
Bijîşk dibêjin gerek mirov rojane herî kêm 3 heta 4 lître av vexwe, ji xwarinên giran dûr bikeve û di navbera saet 11:00 û 16:00an de bi ti awayî di bin tîrêjên rasterast ên rojê de nemîne.
Germahî bûye sedema şewatên mezin ên daristanan jî
Ji bilî tenduristiyê, ev germahî bûye sedema şewatên mezin ên daristanan li seranserê cîhanê ku bi hezaran hektar daristan bûn xwelî û bi hezaran mirov neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Pispor hişyariyê didin ku eger tedbîrên gerdûnî li dijî guherîna avhewayê neyên girtin, dê salên bê hîn germtir û dijwartir bin.