Li daristaneke Ekwadorê şewat derket û agir ber bi taxên niştecihbûnê ve belav bû

Li Kîto, paytexta Ekwadorê, ji ber ziwabûna dijwar agir bi daristanên derdora bajêr ket û zû belav bû. Ji ber metirsiya agir, bi dehan malbat ji malên xwe hatin valakirin û zirarên madî yên mezin çêbûn, lê ti zirarên giyanî nehatine tomarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirê ku li herêmên wekî "La Bota", "Itchimbía" û "La Vicentina" dest pê kir, ji ber bayê xort zû ber bi taxên niştecihbûnê ve çû. Dûmaneke reş û stûr esmanê paytextê girt û rewşeke awarte afirand.

Fermandariya Agirkujiyê ya Kîto ragihand ku nêzîkî 60-70 agirkuj tevî 14 wesayîtên hawarçûnê û helîkopteran ketin dewrê daku agir kontrol bikin. Helîkopteran ji bo vemirandina agir gelek caran av ji hewayê de rijandin.

Her weha welatiyên herêmê jî bi satil û lûleyên avê alîkariya tîmên agirkujiyê kirin daku rê li ber pêşveçûna şewatê bigirin û malên xwe biparêzin. Piştî xebatên dijwar yên çend saetan, tîman karîbû agirê li taxên bakur kontrol bikin. Hat diyarkirin ku di vê bûyerê de ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye û birîndarên giran çênebûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye