Bi hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û rêxistina "Human Appeal" a Brîtanî de, projeyeke berfireh a belavkirina şitlên zeytûnan li gundewarên Akrê hat destpêkirin.
Di çarçoveya vê projeyê de, 9 hezar û 200 şitlên zeytûnan ên ji cureyên herî baş, pêşkêşî cotkarên herêmê hatin kirin.
Li gorî hûrgiliyên projeyê, her cotkarekî ku navê wî hatibû tomarkirin, 100 şitlên zeytûnan wergirtin, da ku di baxçeyên xwe de biçînin.
Cotkarên li Dînartê, kêfxweşiya xwe bi vê pêngavê anîn ziman.
Tê payîn ku ev proje, di qonaxên bê de wê li navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê jî berdewam bike, da ku jêrxaneya çandiniyê ya herêmê hîn bêtir bi hêz bibe.