Duh li deştên Nehilê yên nêzî gundên Geverê ku 200 cureyên çûkan lê dijîn şewat çêbû.
Piştî agahdarkirinê tîmên agirkujiyê çûn cihê bûyerê û ji bo kontrolkirina agir hê jî dixebitin. Lê heya vê kêliyê jî agir nehatiye vemirandin. Lê agir ewqas mezin e ku gihiştiye stargeha çûkan.
Welatiyê ji gundê Vezirliyê diyar kir ku bayê bihêz agir ber bi gundan ve biriye û dikare bibe sedema kareseteke pir mezin.
Welatiyê Vezirliyê ji şivan û welatiyên xwest ku ji bo van bûyeran hişyar bin û agir li deverên ku dikarin bibin sedemên şewatê pê nexin.