Li gorî Axiosê, ev nîşana nerazîbûna Donld Trump a li hemberî Benjamin Netanyahu û nakokiyên di navbera Washington û Tel Avivê de, li ser şerê bi Komara Îslamî re ye.
Axiosê nivîsand ku Netanyahu heta ji bo çûna Washingtonê amadekarî kirine, lê ji Koşka Spî bersiveke erênî negirtiye.
Her wiha rapora Axiosê balê dikişîne ser nerazîbûna Trump ji rexneyên Netanyahu yên li ser firotina balafirên şer ên F-35 ji Tirkiyê re jî
Li gorî Axiosê, hin kesên nêzîkî Trump guman dikin ku hikûmeta Netanyahu dixwaze şer dirêj bike, lê di heman demê de Washington rêbazeke cuda dimeşîne.