Li Belçîkayê zêdeyî 2 hezar kes ji ber germahiyê mirin

Li Belçîkayê ji ber hewaya germ a zêde, di 25 rojan de 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin ku bi taybetî kesên xwedî nexweşiyên kronîk jiyana xwe ji dest didin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daneyên ku ji hêla Enstîtuya Sciensano ve hatine weşandin, di navbera 18 hezîranê û 3 tîrmehê de, zêdetirî 2 hezar kesan li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dane.

Hefteya borî, mirina 1,747 kesan hat ragihandin.

Daneyên nû jî nîşan didin ku ev hejmar gihîştiye 2,000.

Li gorî agahiyan, herî zêde mirinên têkildarî germahiyê li Herêma Vallonia hatine tomarkirin, bi 1,059 mirinan.

Pispor jî diyar dikin ku hejmara mezin a mirinan ji ber pêla germahiyê ya dirêj û germahiyên bilind e ku metirsiya mirinê zêde dike.

Pispor dibêjin ku germahî herî zêde metirsiyê li ser kal û pîran û kesên xwedî nexweşiyên demdirêj zêde dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24