Encamnameya konferansa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa 3’yemîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan,Azadî” ku di 7’ê Îlonê de li Frankfurtê hatibû lidarxistin hat eşkerekirin. Di encamnemeyê de hate diyarkirin ku ew ji bo carek din balê bikşînin ser nirxên azadî, edaleta civakî, wekhaviya zayendî û rûmeta mirov li hev kom bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê Konferansa 3’yemîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di 7’ê Îlonê de bi beşdariya bi dehan aktivîstên jin, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl hate lidarxistin.

Encamnameya konferansê bi sernavê ‘Ji nû ve Jin, Jiyan, Azadî’ hate eşkerekirin.

 

"Ji bo balê bikşînin ser nirxên azadî, edaleta civakî em li hev kom bûn"

 

Di konferansê de hate bibîrxistin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê bersîveke ji bo qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve ye, di heman demê de têkoşîna li dijî cûdakarî, bêedaletî û zextên li Îran û herêmê ku bi salane didome û wiha hate gotin:

“Em wek aktivîst, lêkolîner, hunermend û çalavanên siyasî û civakî ji Kurdistan, Efganistan, Îran, Elmanya û herêmên din ên cîhanê, di salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Frankfurtê hatin gel hev.

Ji bo carek din balê bikşînin ser nirxên azadî, edaleta civakî, wekhaviya zayendî û rûmeta mirov em li hev kom bûn."

 

"Divê rola jinan li hemû herêman bê nasîn"

 

Xalên di konferansê de derketin pêş wiha ne:

* Rola jinan a navendî ya di pêşengtiya tevgera jinan de, ne tenê li Îranê, divê li hemû herêman bê nasîn û bi hêz kirin.

* Di nava hêzên azadîxwaz ên li Kurdistan, Îran, Efxanistan û herêmên din de piştevanî bê xurtkirin.

*Ji bo yên jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û girtiyên siyasî lêgerîna edaletê, parçeyek ya şoreşê ye.

* Li dijî mekanîzmayên darvekirinê yên rejîmên otorîter li herêmê û Komara Îslama Îranê û zextan têkoşîna di pêşengtiya xebatên hevpar de.

*Zimanê hafiza, çand û hunerê ya şoreşê, hê zêdetir were piştgirî kirin û belavkirin.

 

Planên pêşerojê ev in:

 

* Têkildarî mijarên edalet, lêgerîna maf, azadiya mafê jinan û sivîlan, civîn û semîner bi awayek rêk û pêk werin li darxistin.

* Li dijî darvekirinan û ji bo azadiya girtiyên siyasî kampanyayek navnetewî were destpêkirin.

*Ji bo bihêzkirina tevgerên alîgirê edalet û azadiyê, di giştî cîhanê de xebat werin meşandin.

Di dawiya Encamnameya Konferansê  peyama "Em domandina riya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îlan dikin, Tu zext, nekare dengê gel, ciwan û jinan ya azadî û rûmeta mirovan qîr dike bêdeng bike" hat dayîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24