Jean-Noel Barrot bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ev civîn di derbarê amadekariyên hevdîtina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên Hikmûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, pêk hat.
Her wiha diyar kir ku dê her du alî bi serpereştiya Fransa û Amerîkayê, pêkanîna peymana 10`ê Adarê gotûbêj bikin.
Jean-Noel piştersat kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, welatê wî alîgirê çareseriya siyasî ye .
Her wiha tekez kir ku divê mafên Kurdan werin parastin.
Berî vê civînê jî, Wezîrê Karê Derve yê Fransayê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyeyê li Parîsê civiyabû.