Meclisa Leşkerî ya Siweydayê banga alîkariyê kir

Meclisa Leşkerî ya Siweydayê, ji bo parastina ewlehiya herêma xwe banga hevkariyê li tevahiya hêz û aliyên çekdar, kesayetên olî û hiqûqnasan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size


Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siweydayê, Tariq El Şûfî,  banga yekîtî û hevgirtinê kir û got: " Divê hemû hêzên li Sûriyeyê yên aştîxwaz ji bo parastina ewlehî û aramiyê hevkariyê bikin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî û Desteyên NY kir ku “Erkê xwe yê mirovî ji bo Siweydayê bi cih bînin û xelkên wê ji êrîşên qirkirinê biparêzin û ji bo peydakirina alîkariyên bijîşkî û mirovî yên bilez bixebitin.”

Piştî ketina rêjîma Baas, Meclisa Leşkerî ya Siweydayê di 24`ê şubata 2025`an de hat avakirin û di şerê 13ê tîrmehê de di parastina Siweydayê de xwedî roleke berçav bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye