Îran: Ger Pakistan nebûya me yê besiva êrîşan bida

Îranê ragihand ku eger destwerdana Pakistanê nebûya, wê Tehranê bersiv bida binpêkirina agirbestê. Îsraîlê jî diyar kir ku qutkirina eniya Libnanê ji Îranê destkeftiyeke girîng e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade, got ku Îran li ber bû ku duh bi şev bersiva binpêkirina agirbestê û êrîşa li ser Libnanê bide, lê ji ber destwerdana Pakistanê rawestiya.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê rave kir ku Îslamabadê bi navbeynkariya xwe, peyamên nîşan didin ku Amerîka dê Îsraîlê kontrol bike, gihandine Tehranê.

Her wiha Seîd Xetîbzade da zanîn ku Şandeya Îranî dê ber bi danûstandinên aştiyê yên li Îslamabadê ve biçe, lê bi mercê ku Amerîka li gorî pabendbûna xwe, divê êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê rawestîne.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di postekê de li ser hesabê xwe yê X`ê got ku "Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi eşkereyî û zelalî tekezî li ser mijara Libnanê kiriye û got "Cihê înkarkirin an paşvekişandinê tune."

Qalîbaf piştrast kir ku pêşniyara agirbestê, Libnanê jî di nav xwe de digire û destnîşan kir ku ew xala sereke ji peymana 10 xalî ye ku Tehranê berê gotibû ku wê wekî bingehekê ji bo danûstandinan bi aliyê Amerîkayê re pêşkêş kiriye.

Katz: Qutkirina eniya Libnanê ji Îranê destkeftiyeke girîng e

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz bi daxuyaniyekê diyar kir ku Hizbulah daxwaza agirbestê dike û tekez kir ku qutkirina eniya Libnanê ji Îranê destkeftiyeke girîng e.

Yisrael Katz eşkere kir ku di roja borî de zêdetirî 200 endamên Hizbulahê hatine kuştin û destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya endamên kuştî gihîştiye zêdetirî 1400'î û wiha got:

"Hejmara kuştiyan ji şerê sala 2006'an ve bi du qatan zêdetir e."

"Trump ji Netanyahu xwest ku êrîşên asmanî yên ser Libnanê sivik bike"

Li gorî ku NBC News`ê da zanîn, berpirsekî payebilind ê Îsraîlê ji wê re gotiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwest ku êrîşên asmanî yên li ser Libnanê sivik bike.

Heman çavkaniyê da xuyakirin ku ev yek jî ji bo misogerkirina serkeftina danûstandinên bi Îranê re ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye