Almaz Romî weke seroka şaredariya Kobanê dest bi karê xwe kir

Almaz Romî weke Seroka Şaredariya Kobanê îro bi amadebûna cîgirê serokatiya şaredariyê Ebdulxenî Muslim li kêlek endamên Meclisa Rêveber a Şaredariyê dest bi karê xwe kir. Almaz Romî di dema wegeritina erka xwe de soz da ku ew ê hemû pêdiviyên gelê xwe pêk bîne.

reset font size increase font size

Beriya çend rojan şandeyeke ji Rêveberiya Kobanê û hin kesayetên siyasî serdana parêzgeha Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Seroka Şaredariya Kobanê ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat erkdarkirin.

Bi amadebûna şandeyeke ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji parêzgeha Helebê, endamên Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê Almaz Romî erkên xwe yên Serokatiya Şaredariya bajarê Kobanê wergirt.

Her wiha Muslim Ebdulxenî jî wek cîgirê wê hat erkdarkirin.

Piştî merasîma wergirtinê, Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî li pêş avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kobanê axivî.

Almaz Romî wiha got:

"Li gorî tedbîrên peymana 29ˊê çileyê, wê saziyên Kobanê bi saziyên hikûmetê re entegre bibin.

 Me îro li Kobanê proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobanê li nava Şaredariya Giştî ya Gel dest pê kir.

Ji bo vê yekê me beriya 2 rojan civînek bi Parêzgarê Helebê re li dar xist û ez weke Seroka bajarê Kobanê hatim erkdarkirin."

Almaz Romî : Em soz didin ku em ê hemû pêdiviyên gelê xwe pêk bînin

Seroka Şaredariya Kobanê wiha domand:

"Me îro erkên xwe weke Seroka Şaredariya Kobanê wergirt, me Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê ava kir, da ku em weke tîmekê xebatên herî baş pêşkêşî gelê xwe bikin."

Di dawiyê de Almaz Romî soz da ku ew ê her tim di xizmeta gelê de bin û pêdiviyên wan tevahî pêk bînin.

Navên Endamên Meclisa Kobanê ev in:

Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo.

Seroka şaredariya Kobanê Almaz Romî kî ye?

Almaz Romî di 1989`an de li gundê Helincê yê Kobanê ji dayik bûye.

Bi Şoreşa 19ˊê Tîrmehê re tev li kar û xebatan bûye, di gelek saziyan de cih girtiye

Almaz Romî di salên 1989`an de li gundê Helincê yê bajarê Kobanê hatiye dinê, zewicî ye, du zarokên wê hene.

Almaz Romî Peymangeha Sporê li Zanîngeha Helebê xwendiye.

Piştî Şoreşa 19ˊê Tîrmeha 2012`an wek endama Koordînasyona Yekitiya Mamosteyan a Kobanê hatibû erkdarkirin, li kêleka wê erkê jî mamostetî dikir.

Di 2013`an de Almaz Romî ji bo Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê hatibû erkdarkirin.

Di 2017`an de Almaz Romî weke Cîgira Seroketiya Desteya Jinan hatibû erkdarkirin.

Di 2018`an de weke Endama Koordînasyona Kongra Star hatibû erkdarkirin.

Di 2020`an de ji bo Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatibû erkdarkirin.

Di 2024`an de weke Hevseroka Desteya Jîngehê hatibû erkdarkirin.

Almaz Romî beriya 25 rojan navê wê ji bo namzetên gelê Kobanê ji Hikûmeta Şamê re hatibû şandin. Hikûmeta Veguhêz a Şamê di 6`ê Nîsana 2026`an de namzetiya Almaz Romî qebûl kir.

Îro Almaz Romî bi fermî dest bi erkên xwe kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye