Li Amedê konferansa ziman bi dawî bû

Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdeyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê hat lidarxistin. Konferansa Zimanê Kurdî, ku tê de li ser fêrbûn, pêşxistin û parastina zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

reset font size increase font size

Di konferansê de hejmarek biryar hatin girtin, di nav wan de: 

"Divê hemû nameyên navxweyî yên rêxistinî bi zimanê Kurdî werin kirin; divê sazî ji budçeyên xwe beşek taybetî ji bo xebatên ziman veqetînin; û

 divê navên saziyan, kolanan, rêyan, parkan û hwd. werin wergerandin bo zimanê Kurdî."

 

Konferansa ku saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdeyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hat lidarxistin.

 Di bernameyê de gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine, tev li konferansê bûn.

 

Li konferansê pankartên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî ya ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye