Qada Newrozê ya Hesekê ji bo cejnê amade ye

Cejna Newrozê Sibe li Bajarên Qamişlo, Amûdê , Dirbêsiyê û Hesekê wê were pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Hesekê, Ebdulsamed Omer Îsa bang li gelê bajêr kir ku bi cil û bergên xwe yên folklorî tevlî ahenga Newrozê bibin.

reset font size increase font size

Li seranserî Kurdistan û Cîhanê Cejna Newrozê tê pîrozkirin.

 

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa hewayî li hinek cihan ahenga Newrozê hat taloqkirin.

 

Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand ku wê Newroza , Qamişlo, Amûdê , Dirbêsiyê û Hesekê  24`ê adarê de were pîrozkirin.

 

Roja 21`ê Adarê li bajarê Dêrik, Girkê Legê Newroz hat pîroz kirin.

 

Têkildarî Mijarê Yek ji Komîteya Amadekar ya Newroza Hesekê Ebdulsemed Omer Îsa got ku beriya Newrozê wan amadekarî kirin lê ji ber rewşa hewayê wan Newroz taloqî 24`ê adarê kirin.

 

Her wiha Ebdulsemed Omer Îsa bang li gelê bajêr kir ku bi cih û bergên xwe yên kurdî tevlî ahenga Newrozê bibin.

 

Ebdulsemed Îsa: Em bi hêvî ne ku hemû gel bi cil û bergên xwe yên folklorî tevlî bibin

 

Wê sibe Newroz li Bajarê Qamişlo, Amûdê , Dirbêsiyê û Hesekê  were pîrozkirin.

 

Her wiha bernameya Newrozê wê seat 11`an de dest pê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye