400 dîlgirtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

Koma dîlgirtiyên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de bûn, gihiştin Hesekê û ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Dîlgirtiyan diyar kirin ku wan di zindanê de gelek zehmetî kişandine, lê heta niha jî hejmareke din hîn di girtîgehan de ne.

reset font size increase font size

Di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de, îro koma 3'yemîn a dîlgirtiyên di girtîgehên Hikumeta Veguhêz de hatin berdan.

Piştî dîlgirtiyên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ku ji 400 kesî pêk dihat ber bi cihê diyarkirî ve hatin şandin.

Koma sêyemîn a dîlgirtiyan (400 kes) li Çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê ji aliyê şêniyên bajêr, malbatên wan, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û rûspiyên herêmê ve hat pêşwazîkirin.

Dîlgirtiyên ku gihîştin Hesekê gotin: " Me di girtîgehê de gelek zehmetî kişand, heta niha gelek hevalên me di girtîgehê de mane."

 

Ebdulrehman Hecî Şoreş dîlgiriyek di zinadanên Hikûmeta Veguhêz de bû got:

" Hevalên me gelek li Helebê mane, muameleya wan pir ne baş bû, em hatin berdan, lê hîn jî hevalên me mane.

Em derdora 200 kesî û zêdetir jî di zindana Helebê de bûn."

Dîlgirtiyekî din jî dibêje: Di zinadanê de me gelek lêdan xwar, Kurdên me gelek li wir in û gelek zehmetîyan dibînin.

Piraniya hevalên min ê di zindanê de Kurd û Elewî ne, lê heta niha ew di zindanê de ne.

Daxwaza me hemû hevalên me werin berdan."

Her wiha jimareke şervanên YPJ`ê yên ku dîl hatibûn girtin jî hatin berdan.

Yek ji şervana YPJê ya ku hate berdan jî ev nirxandin kir û got: 

“Em ê tola şehîdên xwe hilînin.

Tenê ji me re demek lazim e û wê emrê vê desthilatê ne dirêj be

Berdana hin dîlan ji bo malbatên wan bû suprayîz, bi tilêliyan hatin pêşwazîkirin.

Di nava vê koma dîlgirtiyan de derdora 28 şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê jî hebûn.

Serbestberdana dîlgirityan yek ji xalên girîng ên peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û QSD’ê de ye.

Kesên ku hatine berdan diyar kirin ku heta niha jî hejmareke mezin a dîlgirityan di zindanên Hikûmetê de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye