Li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên ji bo Zimanê Kurdî berdewam in

Der barê biryarnameya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ya sînordarkirina zimanê Kurdî di hefteyê de tenê bi 3 waneyan, Çalakî û xwepêşandanên xwendekaran hîn jî berdewam in. Duh jî Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî di civîna li Kobanê de diyar kir ku heya niha dosyaya zimanê Kurdî nîqaş dibe û hîn bi dawî nebûye. Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava jî îro diyar kir ku ji bo domandina zimanê Kurdî di astên bilind de, ew amade ne wergerandina temamê materyalan bikin.

reset font size increase font size

Di 27`ê tebaxê de Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê xalên biryarnameya 13`an ya sala 2026`an de guhert.

Ku dê zimanê Kurdî bi fermî weke zimanekî neteweyî li Sûriyê bê naskirin û xwendin.

Bi teybet li herêmên ku piraniya wam kurdin.

Lê ev fermêbûn di hefteyê de jî 3 demijmêr re sînordar kir.

Fermîkirin û naskirina zimanê Kurdî ji bo xwendekarên ku ji destpêkê de bi Kurdî dixwînin cihê kêfxweşiyê bû.

Lê di heman demê de sînordarkirina ziman bi 3 waneya jî bi xwe re bertekên tund anîn.

Ji ber vê yekî ji dema fermîkirina biryara Wezaretê û heya niha xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî vê biryarê li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê didomin.

Her wiha li gelek bajaran jî konê çalakiyê ji bo zimanê Kurdî hatine vedan. Xwendekar dibistanan boykot dikin û ev 2 hefeya naçin dibistanê û her li qadan in.

Xwendekar jî di xwepêşandanên xwe de bang dikin ku divê Hikûmet li biryara xwe vegere û ji mafê wane ku xwendina xwe bi temamî di hemû biranşan de bi zimanê dayikê berdewam bikin.

Her wiha xwendekar tekez dikin ku heya daxwazên wan bi cidî negirin ber çavan, ew ê her li qadan bin.

Di 11`ê îlonê de jî Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê lîsteyên dibistanên ku tê de zimanê Kurdî bê hînkirin pejirandin û belav kirin.

Wezaretê diyar kir ku zimanê Kurdî dê tenê li 938 dibistanan were hînkirin.

Belavbûna dibistanên ku hatine destnîşankirin jî wiha ye:

608 dibistan li Parêzgeha Hesekê

296 dibistan li Efrîn

12 dibistan jî li taxa Şêx Meqsûd li Helebê

Der barê vê mijarê de jî duh Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî di civîna li Kobanê de diyar kir ku heya niha dosyaya zimanê Kurdî nîqaş dibe û hîn bi dawî nebûye.

Zanîngeha Rojava: Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava daxuyaniyek da

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di civîna Parlamena Gelê Sûrî de ku di 14.09.2026'an de bi Wezîrê perwerdeyê birêz Mihemed Tirko re hat lidarxistin, nirxandin û balikşandina li ser zimanê kurdî cihê girîngiyê bûn.

Di dawiyê de Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava tekez kirin ku ji bo domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di asta xwendina bilind (zanîngehan) de pêşkêş bikin.

Ew amade ne ku bi ekîba wezaretê re bibin alîkar û wergerandina temamê materyal, minhac û rêbazên niştîmanî bo zimanê kurdî bi rê bixin û bi cih bînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye