Îro bi maresîmekê du şervanên YPJ'ê Silav Ocalan û Sema Hesekê li pakrewangeha şehîd Dijwar ya parêzgeha Hesekê hatin oxirkirin.
Di merasîmê de li ser navê saziya malbatê şehîdan axaftin hat kirin û hate gotin ku ev her dû şervanên jin li hember çeteyên DAIŞ`ê şerkirin û gihîştin asta şihadetê.

Her wiha birayê şehîd Silava Ocalan axivî û got ku xweşka wî şehîdê Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan bi silogana şehîd namire her du şervanên YPJ'ê spartin axa pîroz.

Silav Ocalan û Sema Hesekê di sala 2024`an de, di şerê Bendava Tişrînê de şehîd bûne.