Di çarçoviya kar û xebatên pêvajoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, agahiyên nû di derbarê çawaniya birêveçûna xebatên dema pêş bi dest ketin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên DEM Partiyê hatine girtin, xebatên pratîkî yên li qadê dê heta civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) berdewam bikin.
Lê belê tê diyarkirin ku ne gengaz e hemû amadekarî heta vê dîrokê bi dawî bibin.
Ji ber vê yekê, dibe ku di civîna MGK`ê ya cotmehê de li şûna biryareke dawî, "biryareke navber" a ku nîşana berdewamiya pêvajoyê ye were girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên DEM Partiyê hatine girtin, yek ji serenavên balkêş ên pêvajoyê pozîsyona rêberê damezrîner yê PKK`ê Abdullah Ocalan a di nav Lijneya Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk de ye.
Çavkaniyan destnîşan kir ku Abdulah Ocalan dê di lijneya navborî de ne wekî endam, lê wekî koordînator cih bigire.
"Wê Abdulah Ocalan Koordînasyoneke Jêrîn a girêdayî xwe ava bike"
Tê diyarkirin ku wê Abdulah Ocalan Koordînasyoneke Jêrîn a girêdayî xwe ava bike.
Li gorî zaniyariyan di koordînasyonê de wê hin siyasetmedar, aktorên siyasî û rûspiyên Kurd jî cih bigirin.
Li gel bêçekkirinê, xebatên derbarê pêvajoya siyasîbûnê de jî dê di ser vê koordînasyonê re werin meşandin.