Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya "Bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribû, di roja çaremîn a meşê de jin gihîştin Edeneyê.
Meş ji Kolana Ahmet Cevdet Yag bi pankarta "Bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" dest pê kir û bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" dewam kir.
Bi sedan kes bi gul û meşaleyan meşvan pêşwazî kirin.
Gelê li ser ban û balkonên xaniyan bi nîşaneya serkeftinê û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" piştgirî dan meşvanan.
Paşê girse ber bi Xaçerêya Karasû ya li Taxa Daglıoglu meşiya.
Di dema meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di dawiya meşê de bi stranên Kurdî sedan kes govend gerandin.
Devrîm Demîr: Ev meş, meşa yekîtî, azadî û ruhê azad e
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, ji bo armanca vê çalakiyê got: "Ev meş, meşa yekîtî, azadî û ruhê azad e."
Demîr, bi bîrxistina banga Rêberê Gelê Kurd ya 27'ê Sibatê ya ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" hêvî kir ku ev pêvajo bi ser bikeve.
Demîr, anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, rakirina astengiyên li pêşiya ziman û dabînkirina aştiyê divê dewlet gaveke erênî biavêje û destnîşan kir ku dewlet hê jî ti gavên erênî neavêtiye. Wê bang li dewletê kir ku ji bo aştiyê bi lez û bez gavan biavêje.
Adalet Kaya: Aştiya mayînde bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî diyar kir ku meşa jinê ne tenê meşeke, di heman demê de lêgerîna rastî û azadiyê ye.
Adalet Kaya, anî ziman ku armanca meşê mezinkirina hêvî û daxwaza çareseriya demokratîk e û wiha axivî: "Aştiya mayînde, pêşketina têkoşîna demokratîk bi dabînkirina şertên azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e.
Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku Mafê hêviyê mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye û got: "Qedexekirina ramana azadiyê li ser mirovan, nemirovane ye. Ji ber vê yekê meşa me ji bo rûmeta mirovahiyê ye."
Ev meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatiye birêxistinkirin, wê di roja xwe ya 5'an de li Mersînê berdewam bike.