Îlham Ehmed: Serkeftina pêvajoyê wê rewşa perçeyên din jî têxe garantiyê

Di Newroza Amedê ya Bakurê Kurdistanê de, peyamên aliyên Siyasî yên Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Serokê YNKê Bafil Talabanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Newroza Amedê re peyam şandin. Peyama hevpar a liyan pêkanîna yekîtîya gelê Kurd û serxistina pêvajoya aştiyê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Daîreya Têkiliyên  Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo pîrozbahiyê Amedê peyameke bidîmen şand.

 

Peyama Îlham Ehmed wiha ye:

 

"Ji Qamişloyê heya Amedê, heya Hewlerê, heya Mehabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. Me li Rojavayê Kurdistanê, salên şoreşê pir giran derbas kirin.

 

Gelek destkeftiyên mezin bi têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê çêbûn. Me encamên gelek girîng derxistin holê.

 

Em bi hevî bûn ku di astên bilind de van serkeftinê ku me bi dest xistine, em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin.

 

Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin.

 

Careke din di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena serê xwe ne. Me ji her parçeyê Kurdistanê gelê xwe, li pişta xwe, li kêleka xwe dît.

 

Ji bo vê piştgiriyê em we careke din silav dikin.

 

Di sala 2026’an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xilasiyê, bû roja nû ji bo tevahiyê gelên Mezopotamyayê îro careke din di vê salê de em dibêjin Newroza 2026’an dê ji bo tevahiyê gelê Kurd bibe Newrozeke nû. "

 

Di  dawiyê de Îlham Ehmed got bi qasî ku li Bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çareseriya siyasî bi pêş dikeve li aliyên Kurdistanê yên din jî pêşeroja Kurdan ew qas dibe garantî.

 

 

Talabanî: Em ê bernameya te bi hev re biqedînin heval Apo

 

 

Her wiha Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî jî ji bo Newroza Amedê peyamek şand.

 

Peyama Bafil Talabani wiha ye:

 

"Silav Kurd û Kurdistan, silav hevalên hêja, silav zarokên xweşik ku niha li wir sekinîne, silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok.

 

 Cejna we ya Newrozê pîroz be, îşelah tim di cejnê de bin.

 

Di vê dema hesas de ku girîng e, yekgirtîbûna me ye, yekgirtîbûna hemû Kurdan e yekgirtîbûna her çar aliyên Kurdistanê ye.

 

Silaveke taybet, rêzeke taybet ji bo hemû aliyên ku beşdarî projeya aştiyê ya heval Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Îşelah di demekî herî nêz de têm xizmeta te heval Apo.

 

 Îşelah bername û plana te em ê bi hev re biqedînin. Îşelah di demekî nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin.

 

Hûn hemû dizanin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tim bi we re bûye. Niha sozekê didim we her tim ji bo we dibe her tim ji bo we xebat dike û her tim li ser serê min û çavên min.

 

Hûn bi xwe jî dizanin ku xwezayeke min heye ya ku dibêjim bi cih tînim. Soz didim we hemûyan.

 

 Saleke din hûn ê min bi video nebînin.

 

 Ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn. Cejna we pîroz be."

 

 

Nêçîrvan Barzanî peyam şand Newroza Amedê: Çarenûsa Kurd û Tirkan yek e

 

 

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand.

 

Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Nêçîrvan Barzanî xwend.

 

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku ji bo wan Newroz cejneke taybet e û wiha got:

 

"Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne."

 

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Newroz ji bo wan cejneke taybet e û wiha lêzêde kir:

 

"Sembola vejîn û îradeya jiyanê ye. Her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku hertim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye.

 

Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê."

 

Nêçîrvan Barzanî herî dawî wiha got:

 

" Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin.

 

Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e.

 

Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye