Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bi dehan kesên hawirde êrîşî malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê kirin.
Li Efrînê bi dehan kesan bi awayekî komî, bi dirûşmên nijadperestî, êrîşî ciwan û jinên Kurd kirin, erebeyên wan şikandin û heqaret li sembolên kurdî kirin.
Ji Helebê jî endamên ewlehiyê yên Hikûmeta Veguhêz bendên kontrolê yên li têketinên taxa Şêxmeqsûdê rakirin û rê vekirin ku nijadperest êrîşî Kurdên li taxê bikin.
Ev pêkanînên nijadperestî hemwextî pîrozbahiya gelê Kurd ya 21ˊê ya Newrozê hatin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşê têkldarî bûyera daxistina ala Sûriyê, pêkanînên li dijî gelê Kurd ê li Efrînê daxuyaniyek da û got:
"Bi boneya cejna Newrozê li bajarê Kobanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê bûyera daxistina ala Sûriyê ji hêla kesekî karekî takakesî ye şopand.
Em binpêkirinên li Efrîn û Helebê yên piştî pîrozbahiyan çêbûne, pêkanîna hin aliyan a bikaranîna van dîmenan û xistina xizemetê derxistina aloziyên plankirî şermezar dikin.
Nemaze li herêma Efrînê nijadperestî tên gurkirin û êrîşî şêniyan tê kirin.
Fermandariyê, diyar kir ku ev pêkanînên provakasyonê nakevin xizmetî berjewendiya herêmê, berovajî rasterast aramiyê têk dibin û wiha bi dawî kir:
"Em pabendiya xwe ya parastina ewlehiya giştî dubare dikin.
Em bang li xelkê xwe dikin ku bi hestiyar tevbigerin û xwe ragirin, nekevin pey dengên ku fitneyan gur dikin.
Em ê bi tundî li hemberî her kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin, derkevin."